QSD: Li Zirgan û Til Temirê li dijî herêmên sivîl êrîş pêk hatin

QSD’ê ragihand ku artêşa Tirk dagirker û komên çete, di roja 60’an a êrîşên dagirkeriyê de tevger û amadekariyên xwe yên êrîşan didomîne.
QSD’ê da diyar kir ku li Dêrezorê di encamê teqîneke DAIŞ’ê de 4 sivîl şehîd ketin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamê şerê li heremê yên 24 saetên dawî eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya QSD’ê:

Li êniya Zirganê artêşa Tirk dagirker û komên çete li gundê Ûm el-Şeifa bi çekên giran û roketavêjan êrîş birin ser herêmên sîvîl.

Her wiha bi saetan herêm bi dijwarî hate topbarankirin û tevgera balafirên bê mirov jî berdewam kir.

Li êniya Til Temir jî komên çete yên artêşa Tirk dagirker, li herêma gundê Um el-Kêf hewl dan êrîş bibin ser herêmên sîvîl û dagirkeriya xwe berfireh bikin.

Her wiha şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker yê li bakûrê Sûriyê ji xwe re derfet dîtin, li herêma Dêrezorê tevgera xwe û êrîşên li ser sîvîlan zêde kirin.

Li vê herêmê di encama teqînekê de 4 sîvîl şehîd ketin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker
Berpirsekî QSD’ê: Rêya M4 ji ber êrîşan nayê bikaranîn

Ji aliyê din ve çavkaniyên QSD’ê diyarkirin ku dîayên ku dibêjin çeteyên dewleta tirk xwe ji rêya M4 paşde vekişandine ne rast in.

Fermandarekî QSD’ê ji televsiona me re ragihand ku heta niha rêya M4 ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nayê bikar anîn û dewleta tirk li gorî agirbesta heyî tevnagere.

Leave a Reply

Back to top button