Mizgeftên Tirkiye ên Ewrûpayê bûye cihê perwerdehiya DAIŞ’ê

​​​​​​​Rêxistina Dadî û Geşedanan a Lêkolînên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê diyarkir ku dewleta Tirk di mizgeftên xwe yên li Ewrûpayê de 5 hezar DAIŞ’î perwerde kiriye.

Rêxistina Dadî û Geşedanan a Lêkolînên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê diyarkir ku dewleta Tirk di mizgeftên xwe yên li Elmanya û Hollandayê de zêdetirî 5 hezar DAIŞ’î perwerde kiriye û wan şandiya Iraq û Sûriyê.

Rêxistinê bang li dewletên Ewrûpayê kir ku der barê mizgeftên di bin kontrola dewleta Tirk de lêkolînê bikin.

Berdevkê rêxistinê Zêdan El-Qenayî destnîşan kir ku dewleta Tirk biçekkirina endamên çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî de hevkar e û bi awayekî eşkere van çeteyan ji sînorên Tirkiye şandiye Iraq û Sûrî.

Rêxistinê diyar kir ku dewleta Tirk misilmanên li Ewrûpayê li dijî ewlehiya Yekîtiya Ewrûpayê weke gefekê bikar tîne.

Rêxistinê da zanîn ku bi vê armancê komeleyên îslamî yên Tirk li welatên Ewrûpayê zêdetirî hezar mizgeft ava kirin e û destnîşan kir ku mizgefên Tirkiyê li Ewrûpayê pereyan ji hikumeta AKP`ê ya ku Erdogan serkêşiya wî dike digrin.

Leave a Reply

Back to top button