Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Lubnanê, di êrişa balafira bêmirov a Îsraîlê li dijî nivîsgeha tevgera Hemasê ya li Dahiya Başûrê ya Beyrûtê de herî kêm 4 kes hatin kuştin.
Di danê êvarê de Îsraîlê êrişî paytexta Lubnanê, Beyrûtê kir.
Li gorî ajansa El Weteniye ya Lubnanê balafireke bêmirov a Îsraîlê nivîsgeha tevgera Hemasê ya li Dahiya Başûrê Beyrûtê ku nuqteyeke Hizbullah e bombebaran kir.
Di encamê de herî kêm 4 kes hatin kuştin.