Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, gerîlayan bi taktîka sekvaniyê, leşkerekî Tirk ê dagirker ceza kir.
Gerîla TV jî dîmenê çalakiya sabotajê weşand ku li navçeya Elbak a Wanê hatibû lidarxistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da
Li gorî vê;
26’ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hêzên gerîlayan bi sekvaniyê li dagirkeran xistin.
Di encama çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.
27’ê Çileyê dîsa li heman herêmê bi çekên nîv-otomatîk li dagirkeran hate xistin.
Herêma Metîna, Xakurkê, Zap û Garê 17 caran hatin bombekirin
Derbarê êrişên dagirkeriya tirk de jî HPG’ê agahî dan û got:
24, 25, 26 û 27’ê Çileyê çeperên şer ên li herêma Metîna, Xakurkê, Zap û Garê bi giştî 17 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.