Li Îranê..ji ber 3 erdhejên mezin, 5 kes mirin 44 jî birîndar bûn

Li eyaleta Hurmuzgan ya Îranê, 3 erdhejên bihêz pêkhatin.
Ji ber erdhejê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 44 jî birîndar bûn.
Her wiha gundek jî bi erdê re bû yek.

Berbanga îro, li herêma Hurmuzganê ya başûrê Îran bi pileya 6.1 û 6.3 erd hejiya.

Gundê ku herî zêde ji erdhejê bandur bûyî gundê Bendera Xmeîr e.

Waliyê eyaleta Hurmuzganê ya başûrê Îranê Mehdî Dostî diyar kir ku di encama erdhejê de 5 kes mirine û 44 jî birîndar bûne.

Li gorî ajansa Irna a Îranê, li gundê Saye Xostê ziyaneke mezin çêbûye ku piraniya mal hilweşiyan.

Rêveberên tahranê jî ragihandin ku ji bo alîkariya welatiyan tîmên erdhejê berê xwe dane herêmê.

Piştî van erdhejan, 25 erdhejên biçûk jî çêbûne.

Li Îranê…Ji ber erd hejê 5 kesan jiyana xwe ji dest da

Back to top button