Bajarê Xarkov bi çekên giran hate armanckirin

Şerê li Ukraniya didome û Rûsiya êdî bajarên Ûkrayna bi çekên giran topbaran dike. Bajarê Xarkov tevahiya rojê di armanca êrişên Rûsya de bû. Wezareta Parastinê ya Rûsya ragihand ku wan di nava rojê de 67 binesaziyên din yên Ûkrayna têk birine.  Hêzên Ûkrayna jî dibêjin, nêzî 17 hezar leşkerên Rûsya hatine kuştin û wan leşkerên Rûsya 70 kîlometre ji Kîevê dur xistine.

Cîhan rojên êrişa Rûsya ya li dijî Ûkrayna dijmêre û çavên Ûkraynîyan jî li benda alîkariyê ye.

Rûsya ku îdia dike, êrişa wan di qonaxa yekem de gihiştiye armanca xwe, bi çekên giran bajarên Ûkrayna yek bi yek wêran dike.

Di roja 32. a êrişa Rûsya de, careke din bajarê Xarkov yê li rojhilatê welat bi dijawarî hate topbarankirin.

Ûkrayna: Me hêzên Rûsya 70 kîlometre ji Kîevê dûr kiriye

Li derdora paytext Kîevê jî rewş hemane.

Her çiqasî artêşa Rûsya kariye heta astekî nêzî paytextê bibe jî lê nekariye di bejahiyê de pêşde biçe.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Ûkrayna Aleksander Motzuyanik bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku hêzên wan karîne leşkerên Rûsya heta 70 kîlometre ji Kîevê dûr bikin.

Motzuyanik, teqez kir ku Kîev baş tê parastin û wiha got:

“Leşkerên me, hêzên Rûsyayê 70 kîlometre dûrî paytext Kîevê paşve xistin.

Li hin herêman jî 35 kîlometre hêzên Rûsya paşde birine.”

Ûkrayna bîlançoya 32 rojan a şer eşkere kir

Di vê navberê de, Wezareta Parastinê ya Ûkrayna bîlançoya şerê 32 rojan eşkere kir.

Li gorî vê; 16 hezar û 600 leşkerên Rûsya hatine kuştin.

582 tank, hezar û 664 wesayîtên zirxî yên leşkerî, 294 sîstemên topavêj, 93 roketavêjên pirlûle, 52 pergalên parastina hewayî, 121 balafirên şer hatine têkbirin.

Rûsya: Li 67 binesaziyên din yên leşkerî ên Ûkrayna hat xistin

Wezareta Parastinê ya Rûsya jî li gorî xwe bîlançoya şer eşkere kir.

Wezaretê îdia kir ku wan bi çekên giran, depoya leşkerî ya Ûkrayna kirine armanc.

Berdevkê Wezaretê Îgor Konaşenkov got; Bi şêwazekî taktîkî di nava rojê de li 67 binesaziyên din yên leşkerên Ûkrayna hatine xistin.

Ji despêka êrişê heta niha, 289 balafirên bêmirov, 1,656 tank û maşîneyên zirxî û bi sedan alavên din yên leşkerên Ûkrayna hatine têkbirin.

Back to top button