2 zarokên DAIŞ’î radestî şandeya Brîtanî hatin kirin

Şandeyek Brîtanî serdana Rêveberiya Xweser kir û ji aliyê Bîroya Têkiliyên Karê derve ve hate pêşwazîkirin

Şandeya Birîtanî ji serokatiya Cîgirê Konsulê Brîtanya yê li Hewlêrê Jimmy Hamill pêk hat.

Di civînê de her du aliyan behsa rewşa Sûriyê, rêbazên çareserkirina aloziya Sûriyê û rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.

Cîgira Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebîr Îlya diyar kir ku Em bi şandeyan re dosya DAIŞ’ê nîqaş dikin daku bi temamî çareser bikin ..

Ebîr Îlya da zanîn ku Rêveberiya Xweser gelek caran bang li civaka navdewletî kiribû ku dadgehekê ji çeteyên DAIŞê re ava bike û wan darizîne..

Li aliyekî din Jimmy Hamill tekez kir ku divê aloziya sûriyê were çareserkirin ..

Di hevdîtinê de Boruya Têkiliyên Derve 2 zarokên DAIŞ’ê radestî şandeyê kirin.

Di 31 Adarê de jî şandeyeke Almanî hat pêşwazîkirin ,û 27 zarok û 10 jinên DAIŞ`î yên Almanî radestî wan hatin kirin .

Back to top button