Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Blinken serdana Tirkiyê kir

Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Blinken serdana Tirkiyê kir û bi hempîşeyê xwer Hakan Fîdan re hevdîtinek pêk anî.
Civîna di navbera herdû aliyan de ji çapemeniyê re girtî pêk hat.
Û li ser mijarên ku hatine nîqaş kirin agahiyeke perfire nehate parve kirin.

Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken duh serdana Enqerê kir.

Blinken îro jî li Wezareta Karê Derve ya Tirkiyê bi hempîşeyê xwe Hakan Fîdan re civiya.

Civîna di navbera herdû aliyan de li çapemeniyê girtî pêk hat.

Di civîna ku 2,5 saetan dewam kir de, daxuyaniyek hevpar a çapemeniyê nehat dayîn.

Tê gotin wê daxuyanî bi awayekî nivîskî û cuda werin dayîn.

Piştî Enqereyê tê payîn ku Blinken serdana Tokyo, Seûl û Delhiya Nû bike.

Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê berî serdana xwe ya Tirkiyê serdana Îsraîl, Urdun, Filistîn, Qibris û duh jî serdan Iraqê kiribû.

Balkêşe ku piştî vê hevdîtina bi Blinken re Serokwezîrê Iraqê Sûdanî serdana Iranê kir.

Back to top button