Li Îranê keştiyeke şer êrîşî keştiyeke din kir, 20 hatin kuştin

Li nêzî bendava Cask ya dikeve Başûrê Îranê, keştiyek Îranî bi mûşekan keştiyek din a deryayî ya Îranê kir armanc. Di encamê de 20 endamên hêzên deryayî hatin kuştin.

Ev êrîş, duh êvarî di dema perwerdekirina hêzên deryayî yên Îranê de, pêk hat.

Li gorî çavkaniyên herêmî “keştiya şer bi navê Cemaran, keştiyeke din a bi navê Kunarek kire armanc. 40 kes di keştiya Kunarek de hebûn. 20 hêzên deryayî yên Îranê hatine kuştin û 20 jî birîndar bûne.”

Her wiha artêşa Îranê piştrast kir ku 19 leşkerên deryayê hatine kuştin û 15 leşker jî birîndar bûne.

Hêjayî gotinê ku keştî 447 ton e û 47 metreyan dirêj e û li ser wê çar fuze hene.

Back to top button