Li Dêra Zorê, projeya koperatîfên çandiniyê ji nû ve hate destpêkirin, Rêveberiya Çandiniyê jî piştgiriya vê projeyê kir.
Rêvebeiyê diyar kir ku rûbera wan zeviyan digihêje 200 hezar donim erd û teqez kir ew ê mazot, semad û dermanên çandiniyê ji bo projeya koperatîfan pêşkêş bike.
Di dema dagirkirina DAIŞê de, ev proje li tevahî herêmê hatibû rawestandin, lê piştî rizgarkirinê, Rêvebeiya Giştî a Çandiniyê li dirêjahiyê berava Çemê Firatê dest bi projeyê kir.
Projeyên ku ji ber biryara nederketina derve li paş mabûn jî, hatin temamkirin.