Hêzên Rizgariya Efrînê Li dijî dagirkeran çalakiyek li dar xist û têde leşkerek û 3 çeteyên Tirkiyê hatin kuştin.
Di demekê ku dagirkeriya Tirkiyê bi rengekî hovane êrişî Rojava dike, lê mafê parastina rewa xwedî gotineke din e.
Li hêlekê Hêzên Sûriya Demokratîk û li hêleke din Hêzên Rizgariya Efrînê, bê bersiv namînin.
Vê sibehê Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku wan li Bab û Efrînê li dijî hêzên dagirker çalakî pêk anîne.
Li gor wê, roja 8’ê Cotmehê hêzên wan li navçeya Şera ya Efrînê avêtine ser dagirkeran.
Di encamê de, 2 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Her wekî 9’ê li bajarê Babê leşkerekî artêşa Tirkiyê hat kuştin û 3 çete jî birîndar bû
Hêzên Rizgariya Efrînê hişyarî da ku dê hemû çete û leşkerên dagirker bibin armanca hêzên wan.