Li 74 navenda Pêngava Azadiya Ocalan

Doh hemwext li 74 navendên cûda ên cîhanê ji bo Rêber Abdullah Ocalan pêngava azadiyê hat ragihandin.
Pêngav binavê “Ji Abdullah Ocalan re Azadî û Pirsgirêka Kurd re Çareserî” destpêkir.
KCK pêngavê weke gaveke girîng û pîroz binav kir û hemû beşdarên wê silav kir.

Platforma ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî, doh li bajarê Fransyayê Strasburgê li ser asta navneteweyî pêngavek destpêkir.

Hemwextê ragihandina li Fransayê, li 73 navendên din ên cîhanê daxuyanî hatin dayîn.

Ji siyasetvanan bigrin, heta akademîsyen, parlementer, nivîskar, hunermend û rewşenbîr, gelek kesên navdar cihê xwe di pêngavê de girtin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê rabûna gelên cîhanê ya li ber tecrîda li Îmraliyê weke helwesteke pîroz binav kir û got:

KCK Pêngava Azadiyê ya li 74 navenda silav kir

Destpêkirina pêngavê di salvegera komploya 9’ê Cotmehê de bi wate ye.

Ev helwesta pîroz wê teqez rê li ber hilweşandina komployê veke.

KCK’ê diyar ku baweriya wan bi serkeftina pêngava zêde ye û got:

“Daxyaniyên li 74 navendan hatin dayîn eşkere kir ku têkoşîna li dijî komploya navneteweyî gihiştiye asteke pêwîst.

Têkoşîna li dijî komploya navneteweyî tê meşandin, ne tenê ji bo gelê Kurd, di heman demê ji bo têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gerdûnî jî pêşketineke mezin e.

Rêber Apo her gavê bi têkoşîn û nirxên gerdûnî yên mirovahiyê bawer kir û şoreşa Kurdistanê weke parçeyekî vê yekê pêş xist.

Ji ber vê çendê xwedîderketina li Rêber Apo, tê wateya xwedîderketina li nirxên azadî, û rûmeta mirovahiyê ye.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê îşaret bi wê yekê kir ku ti pirsgirêkên mirovahiyê bi siyasetên hêzên kapalîst wê neyên çareserkirin û got:

“Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Sûriyê, tiştên li Îsraîl û Filistînê diqewimin nîşan didin ku têgeha netewe-dewletê çendî aloziyan zêde dikin.”

KCK: Dem hatiye ku em têkoşîna xwe biserbixin

Bi vê bîr û baweriyê banga me ji bo gelê Kurdistanê ev e:

“Têkoşîna û berxwedana we a bênavber li dijî komployê berpirsyariya me yekcar zêde kiriye.

Êdî dem hatiye ku em bi serkeftinê bi encam bikin. Li Rojhilat û Başûr divê gel rabe ser piyan.

Divê rewşenbîr û saziyên demokratîk bibin hêza pêşeng. Bi taybet lazime gelê me ê Başûrê Kurdistanê zext û dorpêça faşîzma Tirk bişikîne.

Divê ciwanên welatparêz ên Kurdistanê di refên pêş ên çalakiyan de cihê xwe bigrin.

KCK’ê di vê pêvajoyê de daxwaz ji demokrat, rewşenbîr û hêzên pêşverû kir jî ev e:

“Rêjîma faşîst a li Tirkiyê, têkbirina Şoreşa Rojava û qirkirina Kurdan weke sedema hebûna xwe dibîne.

Li dijî vê yekê divê her alî bi awayê herî çalak cihê xwe di nav têkoşînê de bigre û li ber tecrîdê rabe.”

Back to top button