Dewleta Tirk a dagirker bi hemû cureyên çekan êriş dike.
QSD jî di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişan dide.
QSD’ê eşkere kir ku wan li 5 bargehên artêşa Tirk a dagirker xistine û di encamê de 4 leşkerên Tirk hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne.
6 roj in li ser hev artêşa Tirk a dagirker êrişî bakur û rojhilatê Sûriyê dike.
Artêşa dagirker binesaziya herêmê, saziyên ximetguzarî, navendên leşkerî, nexweşxane û dibistanan dike armaca êrişên xwe.
Hêzên QSD’ê jî di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişan didin.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê derbarê çalakiyên bersivdanê de ku pêk anîne daxuyaniyek da.
QSD’ê ragihand şevê din hêzên wan li 5 bargehên artêşa Tirk yên li gundewarê Zirganê xistin.
QSD: 4 Leşkerên Tirk hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin di encama çalakiyan de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.
QSD’ê diyar kir di çarçoveya çalakiyên bersivdayînê yên ku di nava çend rojên dawîn de li dar xistine15 leşkerên Tirk hatin kuştin, 13 leşker jî birîndar bûn.”
LEZGIN || RONAHI TV
⛔QSD: Hêzên me li navçeya Zirganê li baregehên artêşa dagirker dan
⛔QSD: Hêzn me baregehên gundê Um Şihêfa, Babferec, Dawidiyê Û Ebdulhey kir armanc
⛔QSD: Di encama çalakiyê de 4 leşkerên dagirker hatin kuştin 5 jî birîndar bûn pic.twitter.com/A9puc7QQNt— Ronahi tv (@tvronahi) October 10, 2023