Li çar aliyê cîhanê ji bo azadiya Rêber Apo pêngav hate destpêkirin

Dostên gelê Kurd li çar aliyên cîhanû li 74 bajaran bi daxuyaniyan ji bo azadiya Rêber Apo pêngav dan destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hate xwestin tavilê tecrîda li ser Rêber Apo bê bi dawîkirin.

Dostên gelê Kurd li 74 navendên Ewropa, Bangladeş, Pakistan, Tokyo, Hindistan, Kenya, Efrîka Başûr, Latîn Emerîka û bi dehan navendên din, pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re’ dan destpêkirin.

Di serî de li bajarê Strasbourgê yê Fransayê, ji bo temsîla temenê Rêber Apo li 74 bajaran daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayin.

Ji çar aliyên cîhanê, akademîsyen, rojnamevan, rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî, parlamenter, fîlozof, kesên hêjayî xelata aştiyê ya nobelê hatine dîtin, nûnerên rêxistinên jinan beşdarî pêngavê bûn.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin armanca kampanyayê ew e ku Rêber Apo tevlî pêvajoyeke nû ya danûstandinan bê kirin û ji pirsgirêka Kurd re çareserî bê dîtin û wiha hate gotin;

“Abdullah Ocalan li tevahiya cîhanê ji aliyê bi milyonan Kurdan ve weke nûnerê siyasî tê dîtin.

Ji sala 1999’an ve girtî ye û bi salan têkiliya wî ya bi derve re hate qutkirin.

Nêrînên wî ji bo her kesên ku li tevahiya cîhanê ji bo diyarkirina mafê çarenûsa xwe û azadiyê têdikoşin bûye çavkaniya sûdwergirtinê.

Pirsgirêka Kurd a ku li Tirkiyê nehatiye çareserkirin bû sedem ku bi deh hezaran mirov jiyana xwe ji dest bidin.

Çarçoveya çareseriya siyasî ya ku Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêka Kurd diyar kiriye, dikare şer û zilma sed salî ya Tirkiyê û li welatên cîran bi dawî bike.”

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ew ji tenduristiya Rêber Apo bi fikar in û divê tavilê dawî li tecrîdê bê anîn û ev bang hate kirin;

“Divê demildest bihêlin ku Abdullah Ocalan hevdîtinê bi parêzer û malbata xwe re bike û derfet bê dayîn ku di çareserkirina siyasî ya demokratîk a pirsgirêka Kurd de bi rola xwe rabe.”

Dijî êrişan li Gissen û Saarbrûcken yên Almaniya çalakî hatin li dar xistin

Back to top button