Kongreya 4. a HDP’ê li Enqereyê hat lidarxistin

Îro Kongreya asayî ya 4. a HDP’ê li Enqereyê hat lidarxistin. Bi hezaran kes ji bajarên Kurdistanê û Tirkiyê tevli kongreyê bûn. Kongra asayî ya HDP’ê bi hilbijartina Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi dawî bû.

Kongeraya asayî ya 4. a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro li paytexta Tirkiyê Enqereyê li dar ket.

Tevî astengiyên polîsan jî, 30 hezar kes tevli kongreyê bû.

Her wiha ji 28 welatan kesayetên navdar di kongrê de amade bûn.

GELEK PEYAMÊN PÎROZBAHIYÊ HATIN ŞANIDIN

Ji çar parçeyên Kurdistanê peyamên piştgirî û pîrozbahiyê ji Kongreyê re hatin şandin.

Serokwezîrê Rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî hêvî kir ku kongr bibe wesîleya xurtbûna aştî, biratî û dostaniya gelan.

Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê peyamek şand, kongre silav kir û hêviya serkeftinê kir.

KONGREYA HDP’Ê BI HILBIJARTINA HEVSEROKÊN NÛ BI DAWÎ BÛ

Piştî nîqaş û xebatên rojekê yên Kongreyê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar weke hevserokên Giştî yên HDP’ê hatin hilbijartin.

Di 10 sindoqan de ji nav 1018 delegeyan 838 delegeyan deng dan.

Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi 836 dengan bûn Hevserokên Giştî yên HDP’ê.

Piştî dengdanê endamên esil û cîgir ên Meclîsa Partiyê, Desteya Dîsîplîna Navendî û Desteya Lihevkirinê jî hatin diyarkirin.

HDP’ê di Kongreya xwe de rêveberiya nû jî bijart.

Back to top button