“Dixwazin gelê Kurd ceza bikin”

Çavdêrê siyasî Niyaz Hamîd bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan û got:
“Tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan tê wateya domandina şer û nenasîna pirsa Kurd.”

Dewleta Tirk ji sala 2011’an û vir ve tecrîdeke giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan daniye..

Bi ti rengî rê nayê dayîn ku parêzer û malbat hevdîtinê bi wî re bike.

Di roja îro de fikar û metirsiyên gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd a li ser Ocalan her diçe zêdetir dibe.

Çavdêrê siyasî Niyaz Hamîd li ser tecrîda giran a li ser Rêberê Abdullah Ocalan nirxandin kirin ..

Hamîd diyar kir ku zêdetirî 20 meh in bi tu awayî agahî ji Rêberê Ocalan nayê girtin û got:

“Dixwazin bi rêya Ocalan gelê Kurd ceza bikin.

Bi wateyeke din bi rêya tecrîda li ser Rêber Ocalan dixwazin pêşî li çareseriya pirsa Kurd bigirin.

Ji ber ku çareseriya ji bo rewşa niha li gel Ocalan e.”

“Tekane kesê ku pirsa Kurd çareser bike Ocalan e”

Hamîd bal kişand li ser hewldan û têkoşîna Rêber Ocalan û çareseriya pirsa Kurd û ev nirxandin kir:

“Di hevdîtinekê de Rêber Ocalan gotibû ku ew dikare pirsa Kurd di nava hefteyekê de çareser bike.

Niha jî Rêber Ocalan xwedî wê kêrhatiyê ye.

Kesekî xwedî proje ye.

Eger niyetek baş a beramber hebe rêzdar Ocalan dikare vê doza rewa çareser bike.”

Herî dawî Niyaz Hamîd ev got:

“Siyaseta şer a dewleta Tirkiye ya dagirker pêş li aştiya gelan digere.

Ji bo wê ye ku tecrîdê li ser Rêber Ocalan dikin.

Ji ber ku derfetê Rêber Ocalan hebe dikare pirsgirêkan çareser bike û pêşiya şer bigire.”

Back to top button