Hindistan: Divê Tirkiye destwerdana karûbarên me neke

Hindistanê hişyarî da Tirkiyê ku destwerdanê di kar û barên wê yên hundirîn de neke.

Hindistanê her wiha nerazîbûna xwe ji ber daxuyaniyên Tirkiyê derbarê rewşa Keşmîrê de anî ziman.

Berdevkê wezareta Hindistanê Rafîş Komar, diyar kir ku ew hemû destwerdanên dewleta tirk li
Camo û Keşmîrê red dikin û bang li Tirkiyê dike ku Bakistanê li dijî wan sor neke.

Rafîş Komar eşkere kir ku dema Receb Teyib Erdogan serdana Pakistanê kir nakokiya derbarê Keşmîrê de erê kir.

Di heman demê de Erdogan jî teqez kir ku ew ê piştgiriya Pakistanê bikin û alîkariyên pêwîst ji wan re pêşkêş bikin.

Back to top button