Tirkiye: Rewşa Idlibê bandorê li hevpeymana pergala S-400

Wezîrê derve yê dewleta Tirk Mevlu Çavuşogu diyar kir ku rewşa Idlibê ti bandorê li peymana pergala S-400 a di navbera wan û Rûsyayê de nake.

Mevlu Çavuşogu derbarê kongreya Munîx a Ewlehiyê de idîa kir ew dixwazin rewşa Idlibê bi awayekî dîplomatîk li gel Rûsyayê çareser bikin, lê her bijarte li gorî wan pêkan e.

Çavuşogu destnîşan kir ku rewşa Idlibê wê ti bandorê li peymana pergala S-400 a navbera wan û Rêsyayê de neke û da xuyakirin ku duşemê wê şandeyeke Tirkî ji bo rewşa Idlibê biçe Rûsyayê.

Beriya hefteyekê ji bo rewşa Idlibê, Rûsya û dewleta Tirk li Enqereyê hatibûn gel hev.

Lê bêyî ku ti lihevkirin çêbibe, danûstandin bibin ketin.

Dewleta tirk her çiqasî li ser mijara Idlibê gefan li Rûsya dixwe jî, lê naxwaza têkliyên xwe yên bi Rûsya re bi dawî bike.

Back to top button