
Çeteyên dewleta Tirk malbatên xwe yên ji Idlibê tînin li Efrînê bicih dikin. Çavkaniyên herêmî bichkirina 2869 malbatî li Efrînê belge kirin.
Tora Çalakvanên Efrînê hejmarek ji malbetên ku li bajarê Efrînê hatine bichkirin belge kirin.
Torê diyar kir ku wan dikarî navê 2 hezar û 869 malbetên ku li Efînê bi cih bûne belge bike û ji van jî 130’î malbet Tirkmen in.
Ev dane tenê yên di nava 45 rojên dawî de ye.
Çeteyan ji navçeya Şiyê 2 sivîl revandin
Li aliyekî din Çavkaniyên herêmî ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk bi ser gundê Anqelê yê navçeya Şiyê de girtin û hejmarek ji sivîlan, revandin.
Navên sivîlên ku hatine revandin wiha ne:
Ezet Neşat Bekir û Ezet Mihemed Bekir in.