Foza Yûsif: Ev planeke taktîk e

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif hevdîtina Tirkiyê ya bi hikûmeta Şamê re weke “planeke taktîk” a nû penase kir û got: ”Tirkiyê dixwaze şerê navxweyî di nava Sûriyê de derxe. Dixwaze kurd û ereban bi hev bide kuştin. Lîstikeke qirêj e tê meşandin, ji bo wê jî helwesta hikumeta Şamê gelek girîng e.” 

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif derbarê civîna Tirkiyê û hikûmeta Şamê ku bi navbenkariya Rûsya pêk hat de axivî.

Foza Yûsif hevdîtina Tirkiyê ya bi hikûmeta Şamê re weke “planeke taktîk” a nû penase kir û got:

”Her roj Tirkiyê li ser axa Sûriyê komkujiyan dike. Tirkiyê dev ji stratejiya xwe ya dagirkeriyê bernedaye.

Berî niha xwest bi rêya DAIŞ’ê aramiya li welat têk bibe û sînorê mîsaqî millî vegerîne.

Her wiha xwest projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser têk bibe û plana xwe ya qirkirinê bi cih bîne.

Dema ku dît nikare vê yekê pêk bîne vêcarê serî ‘li taktîkeke nû da ku bi hikûmeta Şamê re planê pêk bîne.

Foza Yûsif: Tirkiyê dixwaze şerê navxweyî li Sûriyê derxe

Ev planeke geleke xetere, armanca wê derxistina şerê navxweyî di nava Sûriyeyê de ye.

Hikumeta nijadperest a tirk dixwaze kurd û ereban bi hev bide kuştin ew jî ji vê yekê sûd wergire.

Ev lîstikeke qirêj e, lewma helwesta hikumeta Şamê gelek girîng e.

Em bawerin Şam di ferqa vê yekê de ye, ezmûna Şamê ya siyasî têre heye ku vê lîstikê vala derxe.”

Derbarê qebûlkirina hikûmeta Şamê ji dagirkirina hin deverên Sûriyê re jî Foza ev tişt anî ziman:

”Dewleta Tirk li Idlib, Serêkaniyê, Cerablûs, Girê Spî û Babê politikaya qirkirinê pêk tîne.

Ew li wir siyaseta tirkkirinê pêş dixe guhertina demografîk dike, ev hemû sûc in.

Ez bawer nakim Şam vê yekê qebûl bike, Şam, dewleta Tirk weke dewleteke dagirker bi nav dike.

Heta ku dewleta Tirk xwe ji van deveran nekişîne, ez ne bawer im ku Şam qebûl bike.”

”Em dixwazin pirsgirêka Sûrî bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin”

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê diyar kir ku wê gelê Kurd li hember van planan têbikoşe.

Foza Yûsif piştrast kir ku daxwaza wan çareserkirina pirsgirêka Sûriyê bi rêbazên demkratîke.

Û ji bo vê yekê jî ew amade ne û wê hewldan jî li ser vê esasê be.

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif axafitina xwe wiha bi dawî kir:

”Di sala 2002’yan de Peymana Edeneyê çêbû û zirareke mezin da Sûrî, vê peymanê Sûriye perçe û lawazkir.

Lê divê em bizanin ku rewş ne weke sala 2011’an e. Gelek tişt hatin guhertin.

Weke pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb û Suriyan me bi hevre xwîn rijand û me bi hev re pergaleke demokratîk ava kir.

Lewma li dijî siyasetên ku vîna me nasneke, me inkar bike, bê guman em ê xwe biparêzin.”

Back to top button