Di sûka Başûrên Kurdistanê de malên Tirkiyê sedî 50 kêm bûye

Berdevkê Hawirde û Hinarde yê Başûrê Kurdistanê diyarkir ku bi pêngava boykotkirina kel û pelên Tirkiyê re, li sûka başûr sedî 50 malên Tirkiyê kêm bûye.

Pêngava Boykotkirina kel û pelên Tirk, li Başûrê Kurdistan bi biryardarî didome.

Berdevkê Rêveberiya Hawirde û Hinardeya Herêma Kurdistanê Bextiyar Mela Ehmed der barê mijarê de ji ajansa Rojnews’ê re axivî.

Bextiyar Mela Ehmed balkişand ser bandora boykotê û got;

“Piştî boykotê hem esnaf hem jî gel berê xwe dane berhemên xwemalî û ji ber helwesta gel niha ji sedî 50 zêdetir bikaranîna malên Tirkî kêm bûye.”

Mela Ehmed diyar kir ku gel bi helwesteke zelal piştgirî dide vê pengavê û weha got:

“Piraniya dikandarên herêmê bi nivîsên mezin nivîsîne ku ‘berhemên Tirkî li gel me nîne’ û welatî jî berhemên Tirkî naxwazin.

Ji ber vê jî niha hinek bazirgan berê xwe ji Tirkiyê vegerandine û welatên cûda hilbijartine.”

Leave a Reply

Back to top button