Îro li bajarê Qamişlo ji aliyê rêxistina nûdem a astengdaran ve, mehrecanek ji bo zarokên xwedî pêwistiyên taybet hate lidarxistin
Di mehrecanê de karê ku van zarokan bi destê xwe çêkirine hatin pêşkêş kirin.
Rêxistina nûdem a astengdaran ji bo zarokên xwedî pêwistiyên taybet, mîhrîcanek li bajarê qamişlo li darxist.
Mîhrîcan di bin dirûşma Îrade jiyanê diafirîn e, bi beşdarbûna zarok û malbatê wan birêve çû.
Di mehrecanê de, 25 zarokên astengdar berhemên xwe pêşkeş kirin.
Zarokên ku nikarîbûn ji kobanê û kampên koçberiyê bihatana mîhrîcanê û tevlî bibin, berhemê xwe şandin da ku werin nîşandan.
Rêvebera rêxistina nûdem Fehîma Îmad diyar kir ku armanc wan ya ji mîhrîcanê kêfxweşiya zarokan e.