Rêxistina Sara, Komîteya Jin, Kombûna Jinên Zenûbiya û Kongra STAR bi daxuyaniyên cuda banga dawîanîna li kiriyarên hovane yên dijî jin û zarokan kir.
Li dijî kuştin, êşkencekirin û destdirêjiya li jinan û zarokan tê kirin bertek zêde dibin.
Rêxistina Sara Ya Li Dijî Tundiya Li Dijî Jinan li Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê kuştina Ûfa Şêx Ehmed şermezar kir.
Rêxistinê diyar kir ku dewleta dagirker û çeteyên wê ji roja dagirkirina Efrînê ve û heya roja îro sûcên hovane ku zagonên navnetewî binpê dike, pêk tînin.
Rêxistinê got: “Beriya demekê jî destdirêjî li du zarokên keç hate kirin.
Mixbin îro jî jinek hate kuştin.”
Rêxistinê dawiyê, bang li aliyên peywendîdar kir ku derbasî Efrînê bibin û sûcên li wir têne kirin belge bikin û dewleta Tirk li ser van kirinan darzîn e.
‘Bila tevahî jin hevgirtina xwe xurt bikin û li dijî sûcan bisekinin’
Komîteya Jin û Ofîsa Kombûna Jinên Zenûbiya li Dêra Zorê jî daxuyaniyek da û sûcên li Efrînê têne kirin şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Divê jin li herêmên dagirkirî û li her devera Cîhanê hevgirtina xwe xurt bikin.
Em ê bi berxwedan û têkoşîna xwe li dijî van kiryarên hovane bisekinin.
‘Divê cezayên giran li kujerê zaroka 10 salî înas bê birîn’
Li aliyekî din jî Kongra STAR a navçeya Holê kuştina zaroka bi navê Înas El-casim şermezar kir û daxwaza kir ku cezyên giran li kujeran bê birîn.
Kongra STAR di daxuyaniyê de got: “Gelo vê zaroka 10 salî çi kiriye heta ku bi tundî û hovane were qetilkirin?
Emê hesabê hemî sûcên li dijî zarok û jinan bipirsin û bi berxwedanê dawî li van sûcan bînin.