Li Babê mayînek bi erebeya çeteyan teqiya

Çete li Efrînê diziya mal û milkên xelkê dikin.
Li Babê mayînek teqiya, di encamê de serçeteyek hate kuştin û 2 çete birîndar bûn.

Li gundewarê rojhilatê Babê mayînek bi erebeye çeteyên Feyleqa 3’an yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker teqiya.

Li gorî Tora Çalakvanên Efrînê, di encma teqînê de serçeteyê bi navê Xalid El-Celîl hate kuştin û 2 çeteyên din jî birîndar bûne.

Di êrişa hêzên hikûmetê li ser Idlibê de serçeteyek hat kuştin

Efrîn Post ragihand ku şevê din hêzên hikûmeta Şamê bi dijwarî derdora başrê Idlibê topbaran kir.

Di encama êrişê de, yek ji fermandarên Heyet Tehrîr El Şam bi navê Ebû Qasim tê nasî, hate kuştin.

Piştre, çeteyên Heyet Tehrîr El Şam bi çekên giran nuqteyên hêzên hikûmetê yên li herêmê topbaran kirin.

Çeteyan li Efrînê malek Kurd dizî

Efrîn News 24 diyar kir ku beriya 2 rojan çeteyan li taxa Eşrefiyê ya Efrîna dagirkirî malek dizîn.

Çeteyan gelek tiştên Eleketrîk yên li Malê û 6 hezar leyreyên Tirkî dizîn.

Mala ku hatiye dizîn yê welatiyê kurd ê binavê Arif Elî ji gundê Arnede ye.

Çeteyan li Ezazê jineke ciwan revandin

Back to top button