Çeteyan li Ezazê jineke ciwan revandin

Sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî roj bi roj zêdetir dibin.
Li Girê Spî cenazeyê ciwanekî hate dîtin û li Efrîn jî kujerê jinekê hat berdan.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk li Ezazê jineke ciwan revandin.

Navê jina hatî revandin Îman Dilî ya 20 salî ji gundê Ehres ê girêdayî Şehbayê ye.

Îman dema ku dixwest xwe bighîne sînorê Sûrî-Tirkî da ku biçe Ewropayê hat revandin.

Li gorî Torê, çeteyan Îman Dilî birin girtîgeha Ezazê û heya vê kêliyê çarenûsa wê nayê zanîn.

Efrîna-Heya vê kêliyê aqûbeta Elî Hibo nayê zanîn

Efrîn NEWS 24 jî diyar kir ku beriya demekê Istîxbarata Tirkiyê û çeteyên bi navê Polîsên Sivîl welatiyê Kurd Elî Hibo revandin.

Çeteyan Elî yê ji gundê Ebûdan ê navçeya Bilbilê bi behaneya ku berê bi Rêveberiya Xweser re kar kiriye revand.

Efrîn NEWS da zanîn beriya ku Hibo were revandin firoşgeha wî ji aliyê çeteyan ve hate talankirin.

Elî Hibo niha li girtîgeha Marata ye û aqûbeta wî ne diyar e.

Efrîn-Kujerê Ufa Ehmed, serçete Ebû Somer hate berdan

12’ê Hezîranê jî jina Kurd a bi navê Ufa Ehmed li ser destê serçete Ebû Somer ku yek ji serçeteyên Mihemed El Fatih e hate kuştin.

Li vir qaşo Darezandina Leşkerî ya dagirkeriya Tirk kujerê Ufa girtin û cezakirin duh bi fermanekê berdan.

Her wiha ji bo ku malbata Ufa giliya xwe vekşîne, çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî hevserê Ufa, Henîf Xelîl û birayê wê Mesûd Ehmed revandin.

Serçete Ebû Somer bi armanca talankirina mal û zêrên Ufa ev kiryara hovane pêk anî.

Dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê û hevkariya PDK, ENKS

Back to top button