Dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê û hevkariya PDK, ENKS

Rojnameger Agîd Roj hevkariya PDK, ENKS ya bi dewleta Tirk re nirxand û got:
Tirkiye dijminatiya xwe ya li dijî kurdan bi hevkariya partiyên ku weke ‘kurd’ tên pênasekirin meşrû dike.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di Adara 2018’an de Efrîn dagirkirin.

Piştî dagirkirina Efrînê heta niha Kurdên ku li wir dimînin bi gelek sûc û binpêkirinên mafa re rû bi rû dimînin.

Herî dawî jî di meha Hazîranê de 3 zarokên temenê wan 5, 10 û 13 salî rastî destdirêjiyê hatin.

PDK û ENKS wekî ku tiştek li Efrînê neqewîmebe li wir saziyan vedikin

Lê li gel van jî PDK û ENKS wek ku tiştek li Efrînê neqewîmebe li Efrînê saziyan vedikin

Herî dawî Weqfa Barzanî li Efrînê bi nepoxên sor û spî ku rengê alaya Tirkiyê ne, ‘Navenda Çandê’ vekir.

Bi gelek kirinên bi vî rengî PDK’ê sûcên li Efrînê diqewimin meşrû dike.

Rojnameger Agîd Roj têkildarî sûc û binpêkirinên mafan û hevkariya PDK’ê û Tirkiyê nirxandin kir

Agîd Roj: Li dijî mirov û xwezaya Efrînê şerekî taybet tê meşandin

Agîd Roj bi lêv kir ku li dijî mirov û xwezaya Efrînê şerekî taybet tê meşandin û wiha got:

“Efrîn bi guherandina demografiyeyê re ser û bîn hatiye kirin.

Tenê navenda Efrînê di zindaneke de 200 hezar 600 kes hene.

Li dijî çand, nasname û xwezaya Efrînê şerekî taybet tê meşandin û Efrîn bû ye navenda DAÎŞ’ê.”

Agîd Roj: Kontrola saziyên Barzanî yên li Efrînê di destê MIT’a Tirk de ye

Bi domdarî Roj bal kişandse ‘Navenda Çandê’ de ku ji aliye Weqfa Barzanî ve li Efrînê hat vekirin jî ev tişt gotin:

“PDK li başur êrişên dewleta tirk ên li dijî gerîlayên PKK re hevkariye dike.

Her wiha ENKS ku giredayî Barzaniyê jî li Efrînê ji dewleta tirk re hevkariyê dike.

Dema Efrîn hatibû dagirkirin ENKS’ê bang dikir digot werin Efrînê Efrîn aram e.

Bi vê hevkariyê tu cûdahiya wan a dewleta tirk li hev tune ye.

ENKS ji dewleta tirk re koletiye dike. Navenda Çandê ku ji aliye Weqfa Barzanî ve hat vekirin jî xizmeta dewleta tirk dike.

Di bin siya dewleta tirk de ev sazî hatine vekirin kontrola wan jî di destê MÎT’a tirk de ye.”

Agîd Roj: Tirkiye dijminatiya xwe a li dijî Kurdan bi hevkariya PDK,ENKS rewa dike

Roj diyar kir ku Tirkiye dagirkeriya xwe û dijminatiya xwe ya li dijî kurdan bi hevkariya partiyên ku weke ‘kurd’ tên pênasekirin rewa dike û got: ”

Dewleta tirk ji bo di rayagiştÎ de pêşya nîqaşên qirkirina kurdan bigre Weqfa Barzanî, PDK û ENKS’ê weke aparat bikartîne.

Agîd Roj: Yên ku bi dewleta Tirk re şîrikiyê dikin jî hevkarê sûcin

Rojnameger Agîd Roj di dawiyê de anî ziman dewleta tirk jixwe dagirkerê û berpirsê van sûcan e, lê yên ku dewleta tirk re şîrikiyê dikin jî hevkarê vî sûcîne.

Back to top button