Ji girtiyên jin peyam: Em ê bi hêza xwe azadiyê ava bikin

Girtiyên jin ên Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi boneya hilbijartina ku sibe pêk bê de peyamek şandin. Di peyama xwe bal kişandin ser polîtîkayên zext û zilmê ya li girtîgehan û dibêjin: “Em bi hêzbûna xwe azadiyê ava bikin û jin jiyan azadî.”

Nameya girtiyên jin wiha ye: “Em girtiyên şoreşger ên ku di encama operasyonên qirkirina siyasî de parçeyek ji van polîtîkayên îmhayê ne, di zindanan de mabûn, vê rewşê bi giranî dibînin.

Li girtîgehên ku her cure êşkence li girtiyan tê kirin, hewl tê dayîn ku kesan bê îrade bike û derûniya girtiyan têk bibe.

Di têkoşîna me ya hiqûqî ya ji bo rakirina van cezayên dîsîplînê de, pergala darazê ya alîgir mudaxele dike û ji bo rêveberiya girtîgehê biryaran dide.

Lê em wek girtiyên şoreşger dizanin ku dê desthilatarî îro têk biçin.

Bi piştgiriya gelê xwe, dos6tên xwe û hemû dînamîkên şoreşger û rêxistinên jinan em ê dawî li van bêhiqûqiyan bînin.

Bi zêdebûn û xurtbûna xwe em ê azadiyê ava bikin. Jin jiyan azadî.”

Back to top button