Ji mitîngên fînalê gelek peyam hatin dayîn

Di mitîngên Amed, Wan û Stenbolê de gel û nûnerên xwe bi helwest û bertekên xwe gelek peyam dan.
Li qadan berteka li dijî tecrîda li dijî Rêber Apo û polîtîkyên şer ên desthilata AKP-MHP’ê derket pêş.
Siyasetmedaran û welatiyan diyar kirin ew ji zextan re dibêjin êdî bes e û gotin:
“Em ê di 15’ê Gulanê de ji ronahiyê re şiyar bin.”

Di mitînga Amed, Wan û Stenbolê de gel û nûnerên xwe bi helwest û bertekên xwe gelek peyam dan.

Ji mitînga Amedê berteka li dijî tecrîda li dijî Rêber Apo û polîtîkyên şer ên desthilata AKP-MHP’ê derket pêş.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Oztûrk yê li qadê axivî ewil bal kişande ser êrişên qirkirinê yên li dijî Kurdan

Ozturk piştre bertek nîşanî tecrîda li ser Rêber Apo ku ev sal in agahî jê nayê girtin da û wiha got:

“Ev tecrîdek ji rêzê nîne. Birêz Ocalan rêya aştî, demokrasiyê û azadiyê ye.

Çima vê tecrîdê girankirin; gotin em ê kurdan bêîrade bihêlin û tune bikin. Werin li vê qadê binêrin.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî diyar kir ku Amed bi polîtîkayên şer ên desthilatê dizane û got:

“Gelê kurd dizane ku wê Erdogan û şirîkên wî bişîne ku.”

Mîthat Sancar diyar kir wê Amed sibê dersek wisa bide desthilatê û ew ê di 15’ê Gulanê de ji ronahiyê re şiyar bin.

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz jî yê di mitînga Amedê de axivî, got:

“Heta ku Ocalan azad nebe, gelê kurd jî û gelê tirk jî azad nabe”

Di mitînga dîrokî a li Wanê de jî qel li qadê îradeya xwe beyan kir û ji zextan re gotin êdî bes e.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Pervîn Bûldan yê bi gel re hate bahev, diyar kir ku gelê Wanê vîneke mezin danî holê.

Pervîn Bûldan anî ziman sibê rojeke ku dê qedera me hemûyan biguhere ye û got:

Hûn dê sibê li Wanê ji Erdogan re bêjin ‘Van Mînut’.

Ew dê biçin û nikarin êdî werin.

Dema me li Wanê kir 8 û 0 hûn ê xwedî li vîn û sindoqên xwe derkevin.

Em bi we bawer in, em ê teqez serbikevin, ez ji dil bawer dikim.”

Di mitînga qada Yenîkapi yê Stenbolê jî derheqê gelek mijarên civakî de peyam hatin dayîn.

Bi dehhezaran welatî diyar kirin dê di 14’ê Gulanê de desthilata AKP’ê û MHP’ê bi dawî bikin.

Her wiha girseyê bi dovîza “Hûn nikarin roja me tarî bikin” jî bal kişandin ser tecrîda li dijî Rêber Apo.

Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz di mitînga Partiya Çepên Kesk a Yenîkapiyê de axivî û peyama “Bay bay yekzilam” da.

Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş jî tev li dirûşma ku bi dehhezaran yekkesî berz dikir bû û got:

“Em li vir in, em hene, hûn dê biçin, em ê bi ser kevin.”

Back to top button