Duh di encama ketina kevirekî ji avahiyên taxa Eşrefiyê ya Helebê de, welatiyê bi navê Selah Mihemed Hebeş, jiyana xwe ji dest da.
Şaredariya Gel ya Taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê destnîşan kir ku dorpêç, biryareke siyasî ye.
Duh li taxa Eşrefiyê ya Helebê avahiyeke xerab hilweşiya û bi ser welatiyê bi navê Selah Mihemed Hebeş yê (53) ket, di enccamê de Selah Mihemed jiyana xwe ji dest da.
Têkildarî mijarê, Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbata Selah Mihemed Hebeş re hate xwestin û wiha hate gotin:
“Ji ber êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser taxê û erdhejên ku 6’ê Sibatê rû dane, Zêdetirî 439 avahî ji wan 12 pir xeter in zirar gihaştine wan.
Şaredaiyê tevî derfetên xwe yên kêm destwerdan kir û hewl dan ku encamên erdhejî sivik bikin û avahî û kevilan rakin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin dorpêç biryareke siyasî ye û jiyana welatiyan dixe xetereyê.
Dawiya daxuyaniyê bang li saziyên têkildarî hatin kirin ku erkên xwe bi cih bînin, zextê li hikumeta Şamê bikin da ku vê dorpêçê bi dawî bike.