Li bajarê Qamişlo peykerê şehîdê kedê Yûsif Gulo bi merasîmeke girseyî hate danîn.
Fermanderiya Giştî ya QSD,YPG û YPJ’ê û Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo, li çerxerêya pêşî ya li aliyê rojava yê bajarê Qamişlo bi merasîmekê peykerê welatparêz Yûsif Gulo danî.
Li ser peykerê Yûsif Gulo ev gotina wî hatiye nivîsandin:
“Ji bo Kurdisteke serbixwe û miletê Kurd, ku ez jî şehîd bikevim û pêncî xortê min hebin şehîd bikevin, ez ê bikim qurban ji bo xatirê bihostek ji axa Kurdistanê azad bibe.”
Di merasîmê de bi dehan welatî, di nav de endamên partiyên siyasî û civaka sivîl amade bûn.
Bi destê malbata Yûsif Gulo û berdevkê YPG`ê Nûrî Mehmûd rûyê Peyker hat vekirin..
Paşê, dengê şehîd Yûsif Gulo hat guhdarkirin…