Salvegera Komkujiya Roboskî a 28’ê Kanûna 2011’an

Dewleta Tirk di 28’ê kanûna 2011 li Roboskî komkujî pêk anî. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Roboskî daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK’ê diyar kir ku qetlîama 2’emîn a Parîsê berdewamiya qetlîama 9’ê Çileyê ya li Parîsê û Roboskiye.

Dewleta Tirk di 28’ê kanûna 2011 li Roboskî komkujî pêk anî..

Di êrişa dewleta Tirk de 34 kurdistanî ku di nava wan de zarok jî hebûn hatin qetilkirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Roboskî daxuyaniyeke nivîskî weşand..

KCK: Komkujiya Roboskî nîşaneya dijminatiya dewleta Tirk 

KCK di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Komkujiya Roboskî ji dehan komkujiyên li ser Kurdan yeke û li ser esasê qirkirinê pêk hatiye û got: ‘Ev komkujî dijmatiya dewleta Tirk a li ser gelê Kurd bi awayekî eşkere datîne holê.

Li Roboskî 34 Kurdên sivîl bi awayekî hovane û zalimî hatin qetilkirin. Ev qetlîam sûcekî mezin ê qirkirinê ye.

Pêwistî bi darizandin û hesabpirsînê heye. Lê tu carî lêpirsîn li ser wê nehatiye destpêkirin.’

KCK: Li ba dewleta Tirk tenê qanûna qirkirina Kurdan heye

KCK’ê diyar kir ku dewleta Tirk xwedî feraset û karakterekî dijî Kurdan e û wiha domand: “Dema Kurd bixwazin bi ziman, nasname, çand û vîna xwe bi azadî bijîn, tên qetilkirin.

Ya ku li Roboskî qewimî jî qetilam e.’

KCK: Wê hesabê herî mezin ji dagirkeran bê pirsîn

‘Gelê Kurdistanê yê welatparêz û dostên wan wê têkoşîna demokrasî, edalet û azadiyê bighînin serkeftinê û hesabê herî mezin ji mêtingeriya qirker bipirsin.

Li ser vê bingehê em bang bilindkirina têkoşînê dikin.’

Back to top button