Amerîka danîmarka û Norweç balyozxaneyên xwe yên li kabulê digrin

Piştî ku hêzên Talîbanê nêzî Kabulê bûye, balyozxaneya Amerîkî tevî kişandina karmendan, fermana rûxandin û şewitandin hemû belgeyên girîng daye.

Balyozxaneyê ferman daye karmendên xwe ku hemû belgeyên girîng tune bikin, da ku nekevin destê çekdarên Talîbanê.

Her wiha Wezîrên Derve yên Danîmarka û Norweçê bi daxuyaniyên cûda ragihand ku dê balyozxaneyên xwe yên li Kabulê ji ber rewşa xirab a li Afganistanê bigrin.

Li aliyekî din, sekreterê giştî yê NY Antonyo Gotîrês da xuyakirin ku hêzên Talîbanê binpêkirinan der heqê welatiyên cihên kontrolkirî de pêk tînin.

Gotîrês da zanîn ku zêdeyî 241 hezar kes ji ber Talîbanê reviyane û di mehekê de, bêtirî hezar kesî hatin kuştin.

Di çarçoveyê de, serokwezîrê Brîtanyayê Borîs Conson bang li dewletên rojavayê kir ku li dij Talîbanê li rex Kabulê bisekinin û got:

“Em ê pişta xwe nedin Efxanistanê û nehêlin ku ji nû ve bibe zemîneke terorîstan”.

Back to top button