Li Tirkiyê bîlançoya erdhejê 45 hezar kesî derbas kir

20 roj li ser erdheje Bakurê Kurdistan û Tirkiyê re derbas bû.
Her ku dem derbas dibe bîlançoya qurbaniyên erdhejê giran dibe.
Li gor daneyên dawî yên rayedarên Tirkiyê jimara qurbaniyan 45 hezar kesî derbas kir.
Ji aliyeke din deshilata faşîst a erdogan dixwaze rewşa erdhejê ji bo planên xwe yê guhertina demografîk bikarbîne.
Parlamenterê HDP’ê Kemal Bulbul yê Hatayî bang li gel kir ku dev ji cih û warên xwe bernedin, li hember lîstikên desthilatê şiyar bin

20 roj li ser erdheje Bakurê Kurdistan û Tirkiyê re derbas bû.

Her ku dem derbas dibe bîlançoya qurbaniyên erdhejê giran dibe.

Li gor daneyên dawî yên rayedarên Tirkiyê jimara qurbaniyan 45 hezar kesî derbas kir.

Ji ber polîtîkayên desthilata faşîst a Erdogan mexdûriyeta welatiyan
girantir dibe

Li navenda erdhejê Mereşê hê jî mudaxileyî bi hezaran kavilan nehatiye kirin

Hîn jî bi sedan cenaze di bin kavilan de ne. Hate ragihandin ku bêhna giran a cenazeyên di bin kavilan de maya li bajarê Mereşê belav bûye.

Ev yek jî encamê polîtîkayên desthilata faşîst a Erdogan e.

Zanebûn, xemsarî nêz dibe, kavilan ranakin.

Dewleta Tirk li herêmên erdhejê guhertina demokrafîk pêk tîne

Ji aliyeke din dewleta Tirk rewşa erdhejê ji bo projeyên xwe yên siyasî jî bikartîne hewil dide li Semsûr, Mereş, Dîlok û Hatayê demografiya herêmê bigûherîne

Parlamenterê Antalya yê HDP’î Kemal Bulbul têkildarî polîtîkayên koçberkirina mexdûrên erdhejê de axivî û got:

Kemal Bulbul: Divê gel dev ji cih û warê xwe bernede

“Desthilat mexdûrên erdhejê mecbûrê koçberiyê dike.

Taybet jî li hember civaka Kurd û Elewî ev polîtîka tê meşandin.

Bulbul bang li şêniyên herêmên nav borî kir ku malbatên ku koçber bûne vegerin li ser cih û warên xwe.

Divê gel li dijî planên dewletê şiyar be.

Em xwedî li paşeroja xwe derkevin û piştevaniyê mezin bikin”

Kurdên li Brîtanya û Almanyayê: Erd hejiya dewletê kuşt

Ji aliyeke din Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Brîtanyayê, bi tundî bertek nîşanê dewleta Tirk da ku çima piştî rabûna erdhejê hewil dide demografiya herêmê biguhêre û got: ”Herêm bi erdhejê re hejiya, lê dewleta Tirk bi midaxelekirina bi derengî, gel qetil kir.”

Li bajarê Stûttgart ê Almanyayê, jî Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) û partiyên siyasî bi meşekî polîtîkayên Tirkiyê şermezar kirin.

50 Hezar kesî bi yek dengî banga îstîfayê li Erdogan kir

Ji aliyeke din doh di lîstika tîma fenerbahçe û konya sporê de 50 hezar temaşevanên lîstikê bi yek dengî bang îstîfaya desthilatê kirin û gotin.

Erdogan ev 20 sale tu li ser desthilatê ye bes e bes e

îstîfa îstîfa

Back to top button