Hêzên Asayîşê nasnameya şehîd Beşar Ehmed eşkere kir

Navenda Çapemeniya Giştî ya Hêzên Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûrî nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir.

Navenda Çapemeniya Giştî ya Hêzên Asayîşê bi daxuyaniyekê ragihand ku 2’ê Çile endamê wan Beşar Nayif Ehmed dema li ser ereka xwe ya parastinê bû, di encama qezaeyek trafîkê de şehîd bû.

Hêzên Asayîşê sersaxî ji malbata şehîd Beşar re xweset û soza şopandina xeta şehîdan heta pêkanîna ewlehî û parastina destkeftiyan da.

Nasameya şehîd wiha ye:

Beşar Nayif Ehmed, li Hilko ya Qamişloyê ji dayîk bûye, 2’ê Çileya 2021’an li Qamişloyê şehîd bû.

Back to top button