Li Somalyayê, di encama 2 teqînan de, 2 leşker hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên ewlehî teqîna yekem li parêzgeha Şibêla Navîn ya başûrê Somalyayê pêk hat û di encamê de 2 leşker hatin kuştin.
Teqîna duyem jî, li heman cihî rû da û tê de sivîlek hat kuştin û 6 leşker, din nav de fermandarek birîndar bûn.
Heta niha jî ti aliyî berpirsyartiya van teqînan negirtiye ser xwe, lê tiliyên tawanbariyê dirêjî Hereket el-Şebab dibin.