Li Binarê Qendîlê jî salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê bi şahiyekê hat pîrozkirin.
Şahî li gundê Kaskan ê Binarê Qendînê hat lidarxistin û cejna vejînê bi coş hat pîrozkirin.
Li ser navê Meclisa Gel a Binarê Qendîlê Saman Kaskanî axivî û da zanîn di demekê de ku dijmin dixwest tişek bi navê Kurd nemîne, pêngava 15’ê Tebaxê ji nû ve ji dayikbûna gelê Kurd bû.
Di şahiyê de fîşekên hewayî hatin teqandin.
Û ji ber serkeftina di turnuvaya werzîşê de Tîma Futbolê ya gundê Sergeynêl hat xelatirin.