KCK: Tirkiye divê demildest ji zihniyeta dijminê mirov û xwezayê rizgar bibe

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî hilweşîna kana zêran ya li navçeya Licik a bajarê Erzînganê yê Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek da û got: “Dibe ku madeyên kîmyewî yên jehrî tevlî ava Firatê bibe û tejaneya Mezopotamyayê bikeve nava metirsiyeke mezin.
Tirkiye divê demildest ji vê zihniyeta talanker û dijminê mirov û xwezayê rizgar bibe.
Divê her kesê ku qîmetê dide mirov û xwezayê li dijî vê zihniyetê helwesteke xurt raber bike.”

Dagirkeriya Tirkiyê axa bakurê kurdistanê veguherandiye cihê talanê û xweza wî kanên tîcarî ji holê radike.

Herî dawî li navçeya Licik a bajarê Erzîngan ê Bakurê Kurdistanê kana zêran ku desthilatariya Erdogan pê radibe ji ber talan xwezayê axa wî şemitî.

Di encam de 9 karker di bin axê de man jiyana xwe ji dest dan û erdnigariyeke berfirey jehra sînyanûr ku kîmyewîye zindiyan dikuje belav bû.

Derbarê bûyerê de Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyanî da û got:

“Bûyera li Licikê qewimî, car din nîşan da ku têkoşîna li dijî zihniyeta AKP-MHP’ê çiqas girîng e.

Tirkiye divê demildest ji vê zihniyeta talanker, çavbirçî û dijminê mirov û xwezayê rizgar bibe.

Divê hemû beşên civakê, hêzên demokrasî, ekolojîst, her kesê ku qîmetê dide mirov, civak û xwezayê li dijî vê zihniyetê helwesteke xurt raber bike.”

KCK: Derdê desthilatdariya AKP û MHP’ê tenê pere ne

KCK’ê diyar kir ku zihniyeta dijminê xwezayê di bin desthilatdariya AKP-MHP’ê de hîn zêdetir bû û got:

“Karesatên kanan, karesatên ku ji aliyê mirovan ve rû didin, bi qasî ku bandorê li jiyana mirovan dike, bandoreke neyînî li xwezayê jî dike.

Mirov jî beşeke ji xwezayê ne, bêyî xwezayê em nikarin bijîn.

Eger em zirarê bidin xwezayê û wê qirêj bikin, em ê dawiya xwe bînin.

Desthilatdariya AKP û MHP’ê girîngiyê nade jiyana mirovan û xwezayê, derd û armancên wan tenê pere ne.”

KCK: Em bi hilweşîneke mezin a ekolojîk re rû bi rû ne

KCK’ê anî ziman ku Tirkiye bi temamî radestî şîrket, mafya, rant û sermayedarên pereyan hatiye kirin û wiha pêde çû:

“Weke ku tê zanîn, çemê Dîcle û Firatê bi hev re tejaneya Mezopotamyayê pêk tîne û heta Kendava Basrayê dirêj dibe û diherike nava deryayê, dibe ku madeyên kîmyewî yên jehrî tevlî ava firatê bûye.

Jehrîbûna Çemê Firatê tê wateya ku mirov, nebat, ajal, ax, av û mîkroorganîzmayên li van hemû deveran di xeteriyê de ne.

Em bi hilweşîneke mezin a ekolojîk re rû bi rû ne.”

Back to top button