Hunermendên TEV-ÇAND’ê Ewropayê banga tevlêbûna çalakiya Kolnê kirin

Hunermendên Tevgera Çandê yên li Ewropayê (TEV-ÇAND) diyar kirin ku di 17’ê Sibatê de wê tevlî meşa li Kolnê bibin û bang li gelê Kurd û dostan kirin, ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo tevlî çalakiyê bibin.

Hunermendên TEV-ÇAND’ê bi stran û sirûdên li ser Rêber Apo xwe ji bo meşa 17’ê Sibatê ya li bajarê Koln ê Almanyayê amade dikin.

Bi navê hunermendan dengbêj Şemdîn bi daxuyaniyekê de banga tevlîbûna li meşa Kolnê kir û got:

“Rêber Abdullah Ocalan 25 sal in li Girava Îmraliyê tecrîdkirî ye.

Ji ber wê jî hem li welêt hem li her çar aliyên Kurdistanê û li derveyî welat gelê me di nava çalakiyan de ne.

Em jî weke hunermendên Kurd roja 17’ê Sibatê li bajarê Kolinê yê Almanyayê, dest bi çalakiya xwe bikin.

Em bang li gel û dostên xwe dikin ku ji bo rakirina tecrîdê, tevlî meşa li Kolnê bibin.”

ADGB’ê banga tevlêbûna meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê kir

Back to top button