Pisporên Misirî: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan li dijî qanûna ye

Pisporên ji Misirê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bang kirin û gotin: “Fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji pirsgirêkên li Rojhilata Navîn re kilîta çareseriyê ne.
Heke mirovahî ji serokek û ronakbîrekî mîna Abdullah Ocalan sûd negire, dê ji kê sûd bigire?”

Pisporên siyasî û dîroknasên Misrî bi boneya wesîleya salvegera 25’an a Komploya Navneteweyî ji ajansa Hawarê re axivîn.

Pirsporê siyasî Ferînaz Etiye diyar kir ku revandina Rêber Apo, dozeke siyasî ye û tu bingeheke wê ya qanûnî nîn e û got:

“Tecrîdeke mutleq li ser Rêber Abdullah Ocalan heye.

Ev yek li dijî qanûn û peymanên naventeweyî ye.

Dewletên komploger li dijî birêz Abdullah Ocalan bûn yek û ji bo berjewendiyên xwe ev komplo pêk anîn.

Civata navneteweyî jî piştaviyan wan dewletan kir.

Sazî û rêxistinên navneteweyî li hember komployê, çavê xwe girtin û bê deng man.”

Ferînaz Etiye: Fikrên Rêber Ocalan ji pirsgirêkên li Rojhilata Navîn re kilîta çareseriyê ye

Ferînaz Etiye anî ziman ku armanc ji komployê tunekirina doza Kurd û qedexekirina fikrên Rêber Apo bû û got:

“Hêzên komploger texmîn kir ku bi girtina endezyarê projeya neteweya demokratîk, wê vê dozê ji holê rabikin.

Lê fikirê Birêz Abdullah Ocalan hîn zêdetir belav bû û hemû sînor derbas kirin.

Tecrubeya Rêveberiya Xweser serkeftina projeya fikrî ya Rêber Abdullah Ocalan li ser erdê îsbat kir.

Fikrên birêz Abdullah Ocalan ji pirsgirêkên li Rojhilata Navîn re kilîta çareseriyê ne.

Ji bo doza birêz Ocalan pêwîstî bi hevgirtina rêveberiyên siyasî yên dewletên ku piştevaniya dozên kurd dikin û hevgirtina kurdan bi xwe, heye.”

Elî Ebû El Xeyr: Heke mirovahî ji ronakbîrekî mîna ocalan sûdê negire dê ji kê bigire?

Dîroknas Elî Ebû El Xeyr jî diyar kir ku Komploya Navneteweyî nîşaneyeke diyar a zilmê, bêedaletî û bêexlaqiya li ser gelê Kurd tê kirin e û wiha got:

“Tişta xerîb di doza Ocalan de, bêdengiya dewletên îslamî û erebî ye.

Heke desthilata Tirk bedenê Ocalan girtiye, lê belê giyanê wî li derveyî dîwarên hebsê azad e.

Heke mirovahî ji serokek û ronakbîrekî mîna Abdullah Ocalan sûd negire, dê ji kê sûd bigire?

Ji bo azadiya birêz Ocalan divê azadîxwazên cîhanê fişarê li Tirkiyê û hevkarên wê bikin.”

Seroka EUTCC: Ji bo Abdullah Ocalan divê her kes bikeve tevgerê

Back to top button