Şehîdên Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Sorxwîn Celal û Arîn Kobanê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişlo bi merasîmek girseyî hatin oxirkirin.
Fermandar Sorxwîn Celal û Arîn Kobanê di encama êrişeke hewayîde 3’ê Nîsanê li bajarê Kobanê gihan asta şehadetê.
Îro her du şerhîdên YPJ’ê bi merasîmeke girseyî li bajarê qamişto hatin oxirkirin.
Gelek sazî, rêxistin û xelkê bajarê qamişo tevli merasîmê bûn.
Di merasîmê de şervanek YPJ’ê diyar behsa lehengiya Fermandar Sorxwîn Celal kir û wiha doman:
Şehîd Sorxwîn Celal herdem bi hêz û bawerî di çeperên şerde cih digirt.
Herdem soza têkoşîna xwe li himber dijminê hov û dagirkeran nû dikir.
Em jî weke rê hevalê wê careke din soz xwe nû dikin û herdm emê li ser xeta Şehîd Sorxwîn Celal û Arîn Kobanê bin.
Piştî axaftinê dengê Şehîd Sorxwîn Celal hate guhdarkirin û nasnameya wê radestî malbatê kirin.
Her wiha herdû şehîd bi siloganan hatin oxirkirin.