Li ser îtîraza AKP’ê, hilbijartina li navçeyên Curnê Reş û Xelfetiyê wê bên dubarekirin

Li ser îtîraza desthilata faşîst a AKP’ê, Lijneya Hilbijartinê ya Rihayê biryar da ku hilbijartina li navçeyên Curnê Reş û Xelfetiyê ku DEM Partî bidestxistbû were dubarekirin.
Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê bi beşdariya gelek siyasetmedar û nûneran biryara lijneyê şermezar kir.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar bertek nîşanî biryarê da û got: “Em li Wanê bi ser ketin û wê li Xelfetî, Curnê Reş, Şirnex, Bedlîs û Qersê jî bi ser kevin..”

Rejîma faşîst a AKP’ê bi veguhestina dengên hilbijêr li bajarê Bedlîs, Qers, Şirnex û gelek navçeyên Bakurê Kurdistanê şaredarî desteser kir.

Her wiha cihên ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî bi serketine jî hewl dide xesp bike.

DEM Partî şaredariyên navçeyên Curnê Reş û Xelfetiyê yên Rihayê bi dest xistibû.

Lê li ser îtîraza AKP’ê, Lijneya Hilbijartinê ya Bajar biryar da ku hilbijartinên li her du navçeyan bên dubarekirin.

Rêxistina DEM Partî ya Rihayê biryara lijneya hilbijartinê şermezar kir

Li dijî vê yekê Rêxistina DEM Partî ya bajêr li navçeya Halîliye bi beşdariya gelek siyasetmedar û nûneran biryara lîjneyê şermezar kir.

Li wir Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar destnîşan kir ku desthilata AKP’ê têk çû û divê dev ji êrişên li dijî destkeftiyên gelê kurd berde.

“Em li Wanê bi ser ketin û “ê li Curnê Reş û Xelfetiyê jî bi ser kevin”

Çîgdem Kiliçgun Ûçar bal kişande li ser encamên li Şirnex, Bedlîs û Qersê jî û bi bîr xist bi tu awayî rewa nînin

Li ser jinûvelidarxistina hilbijartinê ya li ser îtîraza AKP-MHP’ê lI Curnê Reş û Xelfetiyê jî Çîgdem Kiliçgun Uçar bertek nîşan da û ev tîşt anî ziman:

Pusulayên dengan ên li Curnê Reş ji hêla biraziyê namzetê AKP’ê Alî Aslan Bayik ê bi navê Mûstafa Bayik ve hatine şewitandin.

Dîmenên van hene. Hîleyên li Xelfetiyê hêj ji saetên zû yên serê sibehê ve dest pê kirin.

Dadgerê hilbijartinê ev tespît kir lê biryara nûkirinê hate dayîn. Xelk xwedî li vîna xwe derket lê ferman ji cihên cuda hatin.

AKP’ê yê winda kir ji xwe re ders negirtine û di nava hewldanên xespkirinê de ye.

Li dijî hewldana desthilatê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar dawiyê banga piştevaniyê li rêxistinên girseyî yên demokratîk kir.

DEM Partiyê ji bo nûkirina hilbijartina Qersê serî li YSK’ê da

Back to top button