Boris Johnson ragihand ku nabe namzet

Di demekî ku kursiyê serokwezîrtiya Îngilistanê vale mayî de, Boris Johnson û Sunak li derdora wê dizivirin.
Johnson yê geşta xwe di navê de hiştî û vegeriyayî welat ragihand ku ji ber nêrîneke hevpar derneketiye ew nabe namzet.
Bi vê yekê re şansê Sunak yê serokwezîrtiyê zêdetir bû.

Liz Truss ya bi daxwaz û xeyalek mezin li ser kursiyê serokwezîrtiyê rûnişt tenê karî 44 rojan welat birêve bibe.

Bi îstifaya Truss ya hefteya derbasbûyî re, li welat careke din pêşbaziya namzetê serokwezîrtiyê derket.

Partiya Muhafezakar ya welat ji bo diyarkirina namzetê nû ket tevgerê.

Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Boris Johnson dawî li gotegotên ku piştî îstifakirina cîgira wî Liz Truss dê ji bo serokwezîriyê dîsa bibe namzed anî.

Johnson doh derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand ku ew ji bo serokwezîrtiyê nabe namzet.

Johnson nebûna yekitiya di nava Partiya Muhafazakar de weke sedema biryara xwe destnîşan kir.

Johnson anî ziman ku zehmet e ji bo careke din nebe namzedê serokwezîrtiyê û got:

“Eger partiya we li parlamentoyê nebe yek dest, hûn nikarin bibin xwedî hikûmeteke bi bandor.”

Piştî ku serokwezîra Brîtanî Liz Truss dest ji erka xwe berda, gelek endamên kabîneyê daxwaz kirin ku Boris Johnson ê 58 salî wek serokwezîr bê erkdarkirin.

Johnson beriya gotina dawî ya têkildarî namzetiya xwe bîne ziman bi Serokê Meclisê Penny Mordaut û Wezîrê berê yê Maliyê Rishi Sunak re civiya.

Ji bo serokatiya Partiya Muhafezekar ji 357 dendamên parlamentoyê pêwistî herî kêm bi 100 dengî heye.

Namzetê herî li pêş Rishi Sunak e

Piştî biryara Johnson tê gotin, Rishi Sunak ji bo serokê Partiya Muhafazakar û serokwezîrê Brîtanyayê navekî bijarte ye.

Sunak (42) yê di hikûmeta Boris Johnson de wezîrê maliyê bû doh namzetiya xwe ragihand.

Sunak diyar kir ku ew dixwazin “aboriyê sererast bikin, partiyê bikin yek û ji bo welêt tiştekî bikin”.

Tevî Sunak Mordaunt jî dixwaze di pêşbaziyê de hebe.

Li gorî nûçeya televizyona BBC, heta niha 146 parlamenterên Partiya Muhafazakar piştgirî dane Sunak, Mordaunt jî tenê erêkirina 23 parlamenteran wergirtiye.

Back to top button