Parlamenterê HDP’ê Îdrîb Balûken piştî 6 salan li girtîgehê derket

Parlamenterê berê yê HDP’ê yê Amedê Îdrîs Balûken cezayê ku lê hatibû birîn temam kir û ji Girtîgeha Sîncanê ya ku dîl lê dihate girtin, derket.

Parlamenterê berê yê Amedê yê ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îdrîs Balûken cezayê ku lê hatibû birîn temam kir û ji girtîgehê derket.

Balûken dema ku Serokwekîlê Koma HDP’ê bû di 4’ê Mijdara 2016’an de dîl hatibû girtin û Dadgeha Cezayê Giran a 8’emîn a Amedê 9 sal û 2 meh ceza lê birî bû.

Balûken, di rûniştina 30’ê Çileya 2017’an de biryara berdanê hatibû dayin û ji girtîgehê derketibû.

Lê belê li ser îtiraza Serdozgeriya Komarê ya Amedê piştî 22 rojan di 21’ê Sibata 2017’an de careke din dîl hatibû girtin.

Balûken piştî 6 sal, 5 meh û rojek dîlgirtinê, ji Girtîgeha Sîncanê derket.

Back to top button