Balafirgeha navdeweletî ya Helebê piştî 48 seatan ji xebatên serastkirinê ket xizmetê.
Çekdarên nenas li ser riya Şam-Derayê êrişî erebeyekê hêzên hikûmetê kirin, di encamê de 3 leşkerên hikûmetê û çekdarekî êrişkar hatin kuştin
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di beriya 2 rojan arêtşa Israîlê bi moşlekan êrişî balafirgeha helebê kirin.
Di encamê de balafirgeh ji xizmetê derket.
Çavdêriyê da zanîn ku îro di danê nîvro piştî kar û xebatên 48 seatan balafirgeh ji bo xizmetê ket tevgerê.
Wezareta Veguhestinê ya Hikûmeta Şamê ragihand ku balafirgeha helebê vegeriya xizmetê.
Li ser riya Şam-Dera çekdaran êrişî hêzên hikûmetê kirin
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li ser riya Şam- Dera erebeyek hêzên hikûmetê rastî êrişek çekdarî hate.
Di encamê de, 3 leşkerên hikûmeta Şamê û çekdarekî êrişkar hatin kuştin.
Hate diyarkirin ku çekdarê hatiye kuştin berê di nava refên Cebhet El Nûsra kar dikir.
Li Dêrazorê mayîn teqiya, 2 sivîl hatin kuştin
Her wiha Çavdêriya Sûrî da zanîn ku li çolistana Dêrazorê mayînek ji bermahiyên şer bi şivan û keriyê pez, teqiya.
Di encamê de 2 şivanan jiyana xwe ji dest dan.