Israîlê êrişî balafirgeha Helebê ya Sûrî kir

Danê vê sibehê saet 02:00’an Israeliyê ji deryaya Spî mûşek avêt balafirgeha navdewletî ya Helebê.
Di encamê de gelek zirarê madî çêbûn û balafirgeh ji xizmetê dert

Ajansa SANA ya Hikûmeta Şamê ragihand ku balafirgeha navdewletî ya Helebê bû armanca êrişeke ezmanî ya Israyîlê.

Ajansê diyar kir ku di encama êrişê de balafirgeh ji xizmetê derket, parastina hewayî ya Sûriyê hatin bi kar anîn lê nekarî rê li ber êrişan bigire.

19 Sibata borî jî Îsraîlê êrişî li ser parêzgeha Humis û Hema pêk anîbûn, di encamê de 4 leşkerên Hikûmeta Şamê hatibûn kuştin.

Her wiha di van salên dawî de êrişên Îsraîlê yên li dijî Sûriyê zêde bûne, bi taybet xalên leşkerî yên Îranê dibin armanc.

Îran van balafirgehan ji bo gihandina çekan ji bo hevalbendên xwe yên li ser xaka Sûrî bikartîne.

Back to top button