“Eger ji bo Sûriyeyan baş be , em bi vegerandina têkiliyên bi Şamê re ne”

Piştî erdheja ku ji bûyerek mirovî veguherî bûyerek siyasî, hejmareke welatên Ereban nêzî hikumeta Şamê bûn.
Ji bo vê yekê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El Ebid dibêje:
“Eger vegerandina têkiliyên welatan bi hikumeta Şamê re ji bo sûriyeyan baş be, Rêveberiya Xweser piştgiriyê dide wê gave.”

Hemdan El Ebid diyar kir ku di vê dawiyê de ya balkêş ew e ku gelek dewletên Ereban nêzîkî hikumeta Şamê bûn û got:

“Heke ev gav sûdê bide gelê Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser erênî nêzî wê yekê dibe..

Em piştgiriyê didin hemû xebatên mirovî yên ku êşa sûriyeyiyan bi dawî dikin..”

El Ebid destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser ji diyaloga bi hikumeta Şamê û aliyên din re vekirî ye û wiha pê de çû:

“Lê bi şerta ku destkeftiyên Rêveberiya Xweser li gorî biryara navneteweyî ya 2254 qebûl bike.

Rêveberiya Xweser dixwaze ku yekitiya ax û gelê Sûriyeyê biparêze.”

El Ebid dawiyê tekez kir ku divê dewletên Ereban di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de bi rolek erênî rabin..

Back to top button