“Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî” Îro wê li gelek welatan xwepêşandan pêk werin

Doh “Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî” bû.

Bi wesîleya rojê, îro li gelek navendên Ewrûpayê xwepêşandan tên lidarxistin.

10’ê Kanûnê “Roja Mafê Mirovan a Cîhanî ” ye.

Rêxistinên azadî, edalet, demokrasî û aştiyê ev roj di heman demê de weke “Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî” ragihand.

Rêxistinan bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku peymana Mafê Mirovan a Cîhanî ji bo Ocalan jî were pejirandin.

Bi vê armancê û bi pêşengiya “Înîsyatîfa Ji Ocalan re Azadî” wê îro li gelek navendên Ewrûpayê xwepêşandan pêk werin.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê, Federasyona Civakên Kurd li Almanyayê û Tevgera Jinên Kurd ên li Ewropayê banga tevlîbêna çalakiyan kirin.

Di daxuyaniyan de hat gotin, wê xwepêşandan bi slogana “Dem Dema Azadiyê ye- Ji bo Ocalan niha bikevin nav tevgerê” pêk werin.

Çalakî wê li Almanya, Danîmarka, Fransa, Awusturya û Siwîsreyê pêk werin.

Yên herî mezin jî wê li 11 bajarên Almanyayê bin.

Back to top button