Hêzên Heşda Şabî ragihand ku, şeva borî hêzeke wan a ji tugeya 21 êrîşeke çeteyên DAIŞê li herêma El-Eys a rojhilatê Selahdînê şkand. Li Diyalayê jî di encama êrîşeke heman çeteyan de, 7 çekdarên Heşda Şabî û 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.
Hêzên Heşda Şabî bi daxuyaniyekê ragihand ku şeva borî tugeya 21, erebeyeke çeteyên DAIŞê ku tê de 4 çete hebûn topbaran kir û di encamê de her 4 çete hatin kuştin.
Li Diyalayê 7 Çekdarên heşdê û 4 Çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin
Li bajarokê Uzêm ê Diyalayê jî, çeteyên DAIŞ’ê êrîşî hêzên Heşda Şabî kir û 7 çekdarên Heşdê û 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.
Her wiha çavkaniyên ewlehî yên Iraqî jî ragihand ku, li Kerbelayê di navbera hêzên ewlekariyê û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûn derket û di encamê de 2 çete hatin kuştin û 2 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn.
Çeteyên DAIŞ’ê li gelek deverên Iraqê carcaran êrîşan pêk tînin û hêzên Iraqî jî li dijî wan li parêzgehên Selahedîn, Enbar û Diyalayê, di çend saetên borî de, gelek operasyon dane destpêkirin.
Ji aliyê xwe ve, yek ji fermandarên Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê ragihand ku, ji ber valatiya ewlehiyê li herêma Kuleco ya Germiyanê, liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê zêde bûye.
Tê zanîn, Şemiya borî, di encama rêze-çalakiyên DAIŞ’ê li Selahedînê de, bêhtirî 26 kesan hatin kuştin.