Girtiyên li Tirkî “Tevî 14 Caran rakirin nexweşxaneyê, hîna jî girtî ye”

Girtiyên li Tirkiyê nexweş in jî, dîsa nayên berdan..lê bi qanûna xwe ya Înfazê, dewleta Tirk hemû alîgirên xwe ji girtîgehan derxistin û girtiyên siyasî û nexweş ji mirinê re hiştin. 

Girityê Nexweş Sabrî Kaya di nava 42 rojan de 3 caran rakirin nexweşxaneyê.

Kaya heta niha 14 caran rakirin nexweşxaneye, lê bêyî ku dermankirina wî bi dawî bibe, dîsa ew şandin girtîgehê.

Ji ber vê rewşa Kaya, malbatê daxwaza berdana wî kiriye.

Alîkarê Hevserokên HDP’ê Umît Dede jî ku herî dawî bi Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li Girtîgeha Patnosê lêkolîn kir anî ziman ku “metirsiya mirinê li ser girtiyên siyasî heye û jimara girtiyên bi vîrûsa Coronayê dikevin, her diçe zêde dibe”.

Back to top button