Alozîya Tigray îro li ser maseya Konseya Ewlekariyê ye

Îro Sêşemê, Konseya Ewlekariyê ya navnetewî, derbarê şerê li herêma Tigray a Etyopyayê, dicive.

Li gorî çavkaniyan, civîn wê bi rêya vîdeo were lidarxistin.

Herî dawî duh hikumeta Etyopyayê 72 saet dem dabû hêzên Tigray ku xwe radest bikin.

Serkirdeyê Eniya Gelêrî ya rizgariya Tigray Dibirsiyon Cibra-mîkaîl, ji ajansa Reutersê re axivî û nûçeyên dorpêçkirina paytexta herêmê Mîkîlî, derewandin.

Şerê li herêma Tigrayî roja 4’ê Mijdarê dest pê kir û heta niha bi sedan kes hatine kuştin û nêzî 40 hezar kesî jî koçî Sûdanê bûne.

Back to top button